Îmaratê tohmetên Îranê yên beşdarbûna di şerê li dijî Tehranê de red kirin

Îmaratê tohmetên Îranê yên beşdarbûna di şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Tehranê red kirin û diyar kir ku ew pabendî serweriya xwe ye û her gefên li dijî ewlehiya wê ya neteweyî red dike.

Îmaratê tohmetên Îranê yên beşdarbûna di şerê li dijî Tehranê de red kirin
15 gulan, 2026   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî di civîna dewletên BRIC de Ebû Debî bi "şirîkê aktîv" di şer de tawanbar kir, îro Îmaratê tohmetên Îranê yên beşdarbûna xwe di şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî xwe red kirin.

Wezareta Derve ya Îmaratê diyar kir ku Wezîrê Dewletê Xelîfe Bin Şahîn El Merer di civînê de diyar kir ku "Dewleta Îmaratê îdia yan jî gefên li dijî serweriya wê yan ewlehiya wê ya neteweyî yan serxwebûna biryara wê red dike. Mafê wê yê parastina tevahî ya serwerî, qanûnî, dîplomasî û leşkerî di rûbirûbûna her gef an îdia yan jî karekî dijminane heye."

(fr)