Rêber Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû

Rêber Abdullah Ocalan ji ber wefata siyasetmedarê Kurd û Endemê Desteya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim peyama sersaxiyê şand û got: "Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her daîm wisa bimîne."

Rêber Abdullah Ocalan: Salih Muslim kevirê bingehîn ê dîwarê Rojava bû
13 adar, 2026   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN  

Rêber Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê ji ber şehadeta Salih Muslim peyama sersaxiyê şand.

Peyama wiha ye:

"Dema ku Reheval Salih Muslîm ji vê cîhanê koç dike 

Min xebera koça dawî ya hevrêyê xwe yê hêja Salih Muslîm êvarê bihîst. Min heta sibê ew û têkoşîna wî anî ber çavên xwe. Bêguman, ji bo kur, xizm û hemû hevalên wî, ew êdî nemir e. Wî hêjayî gel û Welatê xwe jiyanek derbas kir û bû nemir.

Ew welatparêzekî rastîn ê axa Sûriyeyê bû. Ew bi Kurdan re dibû Kurdekî temam; bi Ereban re dibû hevalekî jêneger; bi Tirkan re dibû birayekî heq. Wî Asûrî, Ermenî, Çerkes jî tê de bi her etnîsîte, ol û mezheban re avakirina têgihîştineke mirovane ya bêkêmasî, kir beşeke girîng ji jiyana xwe.

Ew kevirek bingehîn ê dîwarê Rojava bû ku ez her tim pê bawer bûm û ew ê her û daîm wisa bimîne.

Ez wî wekî cêwiyê Sirri Sureyya dibînim ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji nav me bar kir. Ew ê li ser vê bingehê, wek stêrka nemir a têkoşîn û aştiya me bimîne.

Şehadeta Salih Muslîm ne wendahiyek e. Berevajî vê, ew ê heta hetayê gelê xwe, hemû gelan, netewe, dost û hevrêyên me wekî hêzeke heqîqî xurt bike.

Abdullah OCALAN
12 Adar 2026
Îmrali"