Rapora Komîsyona Perava Sûriyeyê rastiyan vedişêre

Rapora dawî ya ku ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Neteweyî ya li ser Komkujiyên li Peravên Sûriyeyê ve hatiye weşandin, rastî rexneyên berfireh hatiye. Çalakvan, hunermend, nivîskar û siyasetmedaran ev yek wekî hewldaneka aşkera ji bo rewakirina sûcan li şûna aşkerakirina sûcdaran û wekî rêbazek ji bo veşartina rastiyê dîtin.

Rapora Komîsyona Perava Sûriyeyê rastiyan vedişêre
22 tîrmeh, 2025   21:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Neteweyî ya Lêkolînkirina Rastiyan, encamên lêkolîna xwe ya li ser komkujiyên li peravên Sûriyeyê yên ku di encamê de herî kêm hezar û 426 kes, di nav de 90 jin, hatine kuştin, ragihand.

Tevî belavbûna bûyerê, di raporê de ti nasnameyek zelal a aliyên berpirsiyar ên van sûcan tune bû, di raporê de tenê behsa bermahiyên girêdayî rejîma berê, hêmanên dilxwaz ên bêdîsîplîn kir.

Komîteyê di civîna xwe ya çapemeniyê de qebûl kir ku encamên wê li ser "gumanan, ne li ser delîlên dawîn" hatine avakirin û ev yek bû sedem ku Zeîd El Ezm, endamê Partiya Ennahda ya Fransî, bibêje, "Ev bi tena serê xwe bes e ku rapor ji hêla qanûnî ve gumanbar be." Wî zêde kir, "Ew tenê raporek siyasî ye ku mohr û îmzeya rayedaran li xwe digire."

Hunermenda Sûrî Yara Sebrî bi xemgînî li ser naveroka raporê wiha got: "Wek min fêm kirî bi kurtasî, encamên komîteyê, tomarkirina binpêkirinên takekesî yên hin endamên bê dîsplîn in. Sozên nezelal ên hesabpirsînê piştre, piştî ku `qanûnên meclisa dadgehî ya ku hîna ava nebûye, werin sazkirin`. Ez nabêjim ev xayîn e. lê rijandina xwîna sûriyeyî bi destê sûryeyî heta roja qiyametê heram e.”

Li hember vê yekê, nivîskarê sûriyeyî Diyaa Iskender bi tundî daxuyaniya komîteyê, nirxand. Iskender wiha got: “Ev ne lêpirsîn e lê belê bêgunehkirina kujeran e. Ev çi lêpirsîn e ku tê de gotina `komkujî` nehatiye nivîsandin. Ev hevkariya zimanî ye ne şaştî ye. Lê belê siyaseteke bizanabûn e ji bo ku hêrsa gel vemirîne. Behsa `dewleteke elewî` hatiye kirin, ev ji rastiyê dûr e.”

Iskender di heman demê de banga hesabpirsînê ji kesên êşa sûriyeyiyan nû dike û kujeran wek mexdûran nîşan dide.

Her wiha rêveberê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Ramî Ebdurehman komîte wekî "komîteyeke veşartina rastiyan" û ji bo veguhertina van sûcan bi nav kir. Her wiha bi “tolhilanînê û ne ideoyolocîk e wesifand. Li gorî Ebdurehma, komîteyê hewl da komkujî “bike bûyerên takekasî” ji bo ku wan bûyeran bi “komkujiyeke birêxistinkirî ya rastîn” wesif neke.

(ac-şx)

ANHA