Civîna 7’an a Komîsyonê destpê kir

Serokên Meclisa Tirkiyê ên berê tev li civîna 7’emîn a Komîsyona li Meclisa Tikiyê hatiye avakirin bûn. 

Civîna 7’an a Komîsyonê destpê kir
28 tebax, 2025   13:37
 NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 7’an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Meclisa Tirkiyê hatiye avakirin, tê lidarxistin. 

Serokên Meclisa Tirkiyê  yên berê tev li civînê bûn. Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ji ber beşdariya wan, spasiya serokên meclisa tirkiyê yên berê kir. 

Serokê Meclîsa Tirkiyê  Nûman Kûrtûlmûş got: “Serokên me yên meclîsê yên ku tecrûbeya demokrasiyê ya Tirkiyeyê û meseleyên bingehîn ên Tirkiyeyê di tevahiya jiyana xwe ji nêz ve şopandine û ji bo çareseriyê hewl dane, ev vexwendina komîsyona me qebûlkirin, lewma spasiya wan dikim.

10 serokên me yên meclîsê wê îro li vê derê bi me re bin. 3 serokên me yên meclîsê yên hêja ji ber pirsgirêkên tenduristiyê me nekarî wan vexwînin vê civîna xwe. Di rûniştina destpêkê de em ê li 5 serokên xwe yên meclîsê guhdarî bikin. Li gorî tecrûbe, temen û demên xwe yên wezîfeyê em ê mafê axaftinê bidin wan. Eger di nava 20 deqeyan de karibin nêrînên xwe bi me re parve bikin, wê gelekî kêrhatî be. Di rûniştina piştî nîvro de em ê ji nêrînên 5 serokên xwe yên meclîsê sûdê werbigirin.”