Rageşiya Îran û Îsraîlê rojeva gera 22ˋyan a Astanayê bû

Di gera 22ˋyan a civînên ˋAstanaˋ de bal ser rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê de hat kişandin, her wiha êrişên vê dawiyê li Sûriye, Lubnan û Xezayê hatin şermezarkirin, mijara nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de hat paşguhkirin.

Rageşiya Îran û Îsraîlê rojeva gera 22ˋyan a Astanayê bû
12 mijdar, 2024   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, li paytexta Kazaxistanê gera 22ˋyan a civînên ˋAstanaˋ yên girêdayî dosyaya Sûriyeyê bi beşdariya şandeyên ji dewletên Rûsya, Tirkiye, Îranê, her wiha şandeyên ji hikumeta Şamê, muxalefet hat lidarxistin. Li kêlek wê jî weke çavdêr nûnerên ji NYˋyê, Urdin, Lubnan û Iraq beşdar bûn.

Di daxuyaniya dawiya vê gerê de êrişên Îsraîlê li dijî xaka Sûriyeyê, Xeza û Lubnanê hatin şermezarkirin û bang li cıvata navneteweyî û Konseya Ewlekariya Navneteweyî hat kirin ku agirbesteke mayînde misoger bikin û alîkariyên mirovî ji Xezayê re bêyî astengiyan bişînin.

Di daxuyaniyê de bi awayekî neyekser behsa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku petrola li wir tê desteserkirin.

Her wiha di berdewama daxuyaniyê de dewletên qaşo garantor li ser lidarxistina gera 23ˋyan di nîvê sala 2025ˋan de li hev kir.

Di vê gerê de mijara nêzîkbûna di navbera Şam û dewleta Tirk a dagirker de hat paşguhkirin, ew yek destnîşan dike ku hewldanên Rûsyayê yên rêveçûna vê mijarê bi bin ketin.

Her wiha tevî ku serokê şandeya hikumeta Şamê daxwaza rizgarkirina herêmên Sûriyeyê ji dagirkeriya Tirk kir, lê êrişên dagirkeriyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin paşguhkirin.

(fr)