QSDˊê şaneyeke DAIŞˊê bê bandor kir, 4 çete girtin

QSDˊê şaneyeke çeteyên DAIŞˊê ku ji 4 çeteyan pêk tê bê bandor kir. QSDˊê diyar kir ku şaneyê amadekariya pêkanîna êrişên li dijî hêzên leşkerî û ewlekariyê, saziyên sivîl û xizmetguzariyê dikir.

QSDˊê şaneyeke DAIŞˊê bê bandor kir, 4 çete girtin
14 kanûn, 2025   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê aşkera kir ku "Di 01ˊê Kanûna 2025ˊan de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî QSDˊê, li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî yên rast, operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyeke xeternak a DAIŞˊê li gundê Hîsan ê gundewarê rojavayê Dêrazorê li dar xist û bê bandor kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev operasyon, di çarçoveya hewlên berdewam ên QSDˊê ji bo serdegirtina şaneyên çeteyên DAIŞˊê û pêşîlgirtina pêkanîna sûcan li dijî hêzên leşkerî, ewlehî û saziyên sivîl û tevliheviya ewlehî û aramiyê li herêmê de, pêk hat.

Li gorî daxuyaniya QSDˊê, di lêpirsînên destpêkê de hat diyarkirin ku şaneyê amadekariyên plana pêkanîna êrişên li dijî hêzên leşkerî û ewlehî û kesayetên sivîl û saziyên xizmetguzariyê dikir, da ku aramiyê derbe bikin û ewlehiyê lawaz bikin.

Hêzan da zanîn ku di encama operasyonê de şane hat bêbandorkirin û 4 çete hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şaneyê tevgerên alavên leşkerî û tevgerên şervanên QSDˊê dişopandin û amadekariya êrişên çekdarî û çandina mayînan dikir, li kêlek wê jî pere, piştgiriya lojistîkî û leşkerî ji şaneyên çalak re vediguhastin.

Navendê di daxuyaniya xwe de navên terorîstan û erkên wan aşkera kirin:

Mihemed Ayiş El Ebar(Ebû Aîşe): Di şaneyê de dixebite. Erka wî şopandina tevgerên alavên leşkerî û şervanên QSDˊê li xeta xerbî ya Dêrazorê bû.

Newaf Ayiş El Ebar (Ebû Hesan):

Erka wî amadekirina mayînan ji bo hedefgirtina alavên leşkerî, şopandin û hedegirtina yekser a tevgerên hêzan bû. Li kêlek wê jî di êrişên şehîdxistina hejmarek endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de li xeta rojava ya Dêrazorê de beşdar bûbû.

Rakan Ehmed Silêman (Ebû Mihemed):

Erka wî şopandina tevgerên alavên leşkerî û şervanên QSDˊê li xeta rojava ya Dêrazorê bû.

Medellah Xalid El Şedazê (Ebû Xalid):

Erka wî wergirtin û veguhastina pereyên ji bo piştgiriya şaneyên terorîst bû.

Navendê da zanîn ku di operasyonê de hêzan mîqdareke çek, cebilxane û pêdiviyên leşkerî dîtin û desteser kirin.

Navenda Ragihandina QSDˊê diyar kir ku ev operasyon, amadekariya bilind a TOLˊê ya QSDˊê û şiyana wê ya bêbandorkirian şaneyên terorîst û têkbirina planên wan beriya pêkanînê nîşan dide. Her wiha hêzan got ku ew xebatên xwe yên ewlehî û îstîxbaratî ji bo parastina sivîlan, xurtkirian ewlehî û îstîqrarê li herêmê dewam bikin.

(fr)