QSDˊê îdiayên hikumeta demkî ya teqîna Til Koçerê derewandin

QSDˊê îdiayên "wezîrê parastinê" yê hikumeta Şamê ku hêzên QSDˊê êrişî depoya cebixlaneya Til Koçerê kiriye derewandin.

QSDˊê îdiayên hikumeta demkî ya teqîna Til Koçerê derewandin
21 ÇILE, 2026   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî teqîna li deriyê Til Koçer/Yarûbiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Îdiayên ku wezîrê Parastinê yê hikumeta Şamê ku dibêje hêzên QSDˊê êrişî depoya cebilxaneyê ya li herêma Til Koçer/Yarûbiyê kiriye, dûrî rastiyê ne.

Em diyar dikin ku tu çalakiyên leşkerî yên hêzên me li wê herêmê tune ne, me tu karekî wisa li wir nekiriye. Li gorî agahiyên rast ên li gel me hene, bûyer ji ber veguhastina cebixlaneyê ji hêla komên Şamê ve pêk hatiye û tu têkiliya hêzên me ji dûr an jî nêz ve tune ye."

(fr)