Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin

Li gel berdewama êrişan, çeteyên hikumeta demkî Kobanê kiriye dorpêçeke giran. Di çarçoveya daxwaza rawestandina van êrişan û rakirina dorpêça li ser bajêr de, çalakvan û bikarhênerên medyaya civakî kampanyayeke berfireh a hashtagê dan destpêkirin da ku dorpêçê rakin, piştgirî û alîkariyê bidin wan.

Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
Haştaga #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ hat destpêkirin
21 ÇILE, 2026   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hewldana westandina şêniyan û gefxwarina li jiyana wan a rojane, çeteyên hikumeta demkî dorpêçeke giran li ser bajarê Kobanê yê kantona Firatê ferz kiriye. Nahêle av û kehrebe bigihîne bajêr, enternet qut kiriye û êriş berdewam dikin.

Gel, nûçegihan û çalakvanan ev sûc bi tundî şermezar kirin. çalakvan û bikarhênerên medya civakî, bi beşdariya kesayetên rewşenbîr, siyasî û civakî kampanyayek haştagê bi navê #Kobanê di bin dorpêçê de yeˊ da destpêkirin. Armanca wê dorpêç were rakirin û êriş rawestin.

İngiliziya haştagê wiha ye; #KobaniUnderSiege

Ev kampanya ji bo balkişandina li ser rewşa mirovî ya metirsîdar, raya giştî ya xwecihî û navneteweyî hat destpêkirin, ku dorpêç bi dawî bibe.

(fr)

ANHA