QSD’ê têkildarî operasyona li Hesekê daxuyanî da

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê operasyonek daye destpêkirin û banga tevkariyê li şêniyan kir.

30 tebax, 2025   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê operasyona ewlehiyê de ku li bajarê Hesekê li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê daye destpêkirin daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji bingehê berpirsartiyên me yên nîştimanî yên parastina ewlehiya gelê me istiqrara herêmê, em Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) operasyoneke berfireh a lêgerînê li bajarê Hesekê û derdora wê radighînin.

Armanca operasyona; serdegirtina bermahiyên rêxistina DAIŞ a terorîst û şaneyên wê yên veşartî yên çalak ku jiyana sivîlan dixin xetereyê, her wiha têkbirina jêderên wan ên lojîstîk û bêbandorkirina planên wan ên gengaz ên pêkanîna êrişan li ser girtîgehan û navendên ragirtinê ye.

Bi armanca peydakirina desteka îstîxbaratî û mîsogeriya hedefkirina şaneyên terorîst û parastina jiyana sivîlan, Tîmên Operasyonên Taybet (TOL) jî beşdarî operasyonê bûne.

Di demekê de ku em teqez dikin ku em di rakirina koka terora DAIŞ’ê de bi israr in, em bang li şêniyên bajarê Hesekê dikin ku bi hêzên me re tevkariyê bikin û agahiyan li ser çi tevgerên biguman bidin me. Em teqez dikin ku ewlehî û silametiya şêniyan armanca me ya pêşîn e.

Agahî û detayên operasyonê dê di daxuyaniyê pêş de werin belavkirin."

(bb)