QSD'ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê nasnameya şervanekî xwe ku duh di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, aşkera kir.

QSD'ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
4 cotmeh, 2024   23:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanê xwe Goran Amûdê (Salih Heysem Xelîl) ku duh di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Amûdê şehîd bûbû, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata şehîd û malbatên tevahî şehîdan hat xwestin û soza tolhildana wan hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê şoreşgerî: Goran Amûdê

Nav û paşnav: Salih Heysem Xelîl

Navê dayikê: Hezne

Navê bav: Heysem

Cih û dîroka jidayikbûnê: Rayet Xelîl 2005

Cih û dîroka şehadetê: Amûdê 3'yê Cotmeha 2024'an.

(mh)