QSD`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe yên di berxwedana li  dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û Kobanê de şehîd bûbûn, eşkere kir.

QSD`ê nasnameya 3`ê şehîdan eşkere kir
7 sibat, 2025   18:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragihaninê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku sê şervanên wan ên bi navê Welat Êriş, Birûsk û Dilşêr Kobanê di berxwedana li hember êrişên dewleta Tirkyeyê ya dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û herêma Kobanê de, şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Sê rêhevalên me yên têkoşer Welat Êriş/Hîkmet Îbo, Brûsk/Ela Nûredîn Sadiq û Dilşêr/Yasir Bozan Şêx Nebî, piştî berxwedaneke mezin li hember êrişên dagirkeriya Tirkyeyê û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û başûrê Kobanê, şehîd bûn. "

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê da.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

 Navê kod: Welat Êriş

Nav û Paşnav: Hikmat Îbo

Navê Dayikê: Lemya

Navê Bav: Şikrî

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê - 01.02.2025

 Navê kod: Birûsk

Nav û paşnav: Ala Nûredîn Sadiq

Navê Dayikê: Emîna

Navê Bav: Nûredîn

Cihê jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê - 27 .01. 2025

Navê kod: Dilşêr Kobanê

Nav û paşnav: Yasir Bozan Şêx Nebî

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Bozan

Cihê jidayikbûnê: Kobanê– Gundê Carqelî

Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrînê - 20 .01.2025.

(k)