QSD'ê li Dêr Hafirê êrişa çeteyên hikumetê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldana pêşketina çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li başûrê Dêr Hafirê têk bir û ew neçar kirin ku birevin. Di heman demê de droneke Tirkiyeyê êrişî xaleke QSD'ê li gundewarê Tebqayê kir.

QSD'ê li Dêr Hafirê êrişa çeteyên hikumetê têk bir
14 ÇILE, 2026   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê şeva Sêşem-Çarşemê ragihand ku hêzên wê hewldana pêşketinê ya çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li eniya gundê Zubeyda li gundewarê başûrê Dêr Hafirê têk bir. Her aiha diyar kir ku êrişkar piştî hewldana wan têk çû, reviyan.

QSD`ê  serê sibê roja Çarşemê ragihand ku droneke Bayraktar a Tirkiyeyê li gundê El Bu'asî li gundewarê Tebqayê êrişî xaleke wan a leşkerî kiriye, di encamê de çend şervan birîndar bûn.