Dewleta Tirk Eyn Îsa, Kobanê û Girê Spî topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh kirin. Dagirker gundê El Ebid El Cuma yê gundewarê Eyn Îsa û Bîr Hiso yê başûrê Kobanê topbaran dike, hemwextî wê jî gundewarê Girê Spî tê topbarankirin.

Dewleta Tirk Eyn Îsa, Kobanê û Girê Spî topbaran dike
7 adar, 2025   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundê El Ebid El Cuma yê li gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dikin.

Di heman demê de dagirker gundê Bîr Hiso yê başûrê bajarê Kobanê topbaran dikin. Ew yek di çarçoveya berfirehkirina êrişan de, ku îro gundewarê bajarê Girê Spî, bajarê Sirînê û derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin, pêk tê.

Ev rageşî, di demekê de li herêmê alozî zêde bûye, pêk tê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên bejahî û hewayî yên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li dijî gundewarê Kobanê û derdora Bendava Tişrînê de, didomînn.

(fr)

ANHA