QSD: Bi dehan çete hatin kuştin, gelek panzer û tank hatin rûxandin

QSDˋê ragihand ku di bersivdana êrişa çeteyan de bi dehan çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, panzer û tank hatine rûxandin. QSDˋê aşkera kir ku ew ê der barê van agahiyan de dîmenan parve bikin.

QSD: Bi dehan çete hatin kuştin, gelek panzer û tank hatin rûxandin
19 ÇILE, 2025   20:09
BENDAVA TIŞRNÊ

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên QSDˋê li eniya başûrê herêma Bendava Tişrînê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersivên giran dan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker. 

Li gorî navenda QSDˋê, di encama bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker a bi piştevaniya balafirên şer û bêmirov de, li eniya başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê bi dehan çete hatine kuştin û di nav de tank gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.

Navendê diyar kir ku wê piştre hûrgiliyên zêdetir û dîmenan parve bikin.

(fr)

ANHA