Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  di rûniştina 98ˊan de li ser Qanûna Dabeşkirina Îdarî ku ji 5 madeyan pêk tê erê kir.

Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat erêkirin
30 nîsan, 2024   17:22
REQA

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqa hat lidarxistin. Di civînê de Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk, endamên Meclisên Gelan ên 7 kantonan, hevserokên Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan û hevserokên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan beşdar bûn.

Di civînê de reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Îdarî hat xwendin. Reşnivîs ji 5 madeyên pêk tê: Dabeşkirina Îdarî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Dabeşkirina Îdarî yên her kantonekê, nûkirina yekîneyên îdarî.

Her madeyek bi tenê hat xwendin, li ser hat nîqaşkirin û guhartinên guncaw hatin çêkirin; çi rêxistinî çi jî qanûn. Ji wan guhartinan bajarê Kobanê li şûna bajar bû bajarê mezin.

Dûre li ser her madeyekê dengdayîn hat kirin û di dawiyê de endamên Meclisa Gelan a Demokratîk li madeyan bi giştî erê kirin û ji bo pratîkê amade ne.

Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk Şehrîban Çawîş a ji kantona Minbicê û Newroz Salih a ji kantona Firatê bo endamên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan erê kirin.

Di rûniştinê de meclisê li ser nivîsa ji hêla Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatiye ku Xelef El Meter bibe hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kir.

Piştî dengdayînê û nivîsên hatine pêşkêşkirin endamên sond xwar da ku dest bi karên xwe bikin.

(fr)

 ANHA