Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir

Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê dest bi çêkirina rêyên çandiniyê li gundewarên kantonê kir.

Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
Projeya rêyên çandiniyê li gundewarên Dêrazorê dest pê kir
3 kanûn, 2025   12:16
DÊRAZORÊ

Ji bo ku cotkar bi hêsanî bikarin bigihêjin nav erdên çandiniyê, Yekitiya Şaredariyan a Kantona Dêrazorê dest bi çêkirina rêyên çandiniyê li gundewarên kantonê kir.

Proje bi hevkariya şêniyên herêmê, li bajarokê Ebû Hemam ê Dêrazorê dest pê kir.

Di çarçoveya projeyê de dê çend rêyên li derdora bajarokê Ebû Hemam ên wekî rêya Ebû Cedîda, Hey El Diyaf, El Cedma û rêya Goristana Misilmanan werin çêkirin.

Li gorî tîmên xebatê dê proje 10 rojan dewam bike û 2 hezar û 500 metre rê li derdora bajarokê Ebû Hemamê werin çêkirin.

ANHA