Kongreya Cîhana Erebî di roja duyan de berdewame

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat de diyar kir ku aştî çi bi xwe re tîne û şer çi pey xwe de tine û got: “Rojhilata Navîn niha ru bi ruyê gelek aloziyan ne. Lê hêviya ciwanan bi aştiyê heye û divê bi hev re ji bo pêkanînê aştiyê kar bikin.”

Kongreya Cîhana Erebî di roja duyan de berdewame
28 tebax, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat ya Cîhana Erebî li Silêmaniyê ku bi tevlîbûna dehan rayedar û kesayetên ji 21 welatên cîhanê tê lidarxistin, di roja duyan de berdewame. 

Serokê Yekitiya Nîştîmaniya Kurdistanê Bafil Talebanî di Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat de nirxandin ker.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî diyar kir ku dîroka Kurdistanê tijî êş û azarin û got: “Em dizanin aştî çi bi xwe re tîne û şer çi pey xwe de tîne. Her wiha em fêm dikin ku yekîtî çiqas hêzê dide me. Niha Rojhilata Navîn ru bi ruyê gelek aloziyan bûye. Lê hêviya ciwanan bi aştiyê heye û divê bi hev re ji bo pêkanînê aştiyê kar bikin.”

Bafil Talebanî got: “Em azad in dema ku civaka me azad be. Guhertinên li Rojhilata Navîn bûne sedema bêîstîqrarî, koçberî û pevçûnan. Em xeterIyên parçebûnê fêm dikin, ji ber vê yekê armancên ku em dixwazin ne hêsanin. Ji bo cîhanek demokratîk, divê em bi hev re bixebitin û bibin yek da ku aştiyê bi dest bixin û li hember dijwarîyên civakî û aborî derkevin.”