`PKK`ê bersiva li dijî serdema qirkirinê û binkeftinê ye`

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku têkoşîna siyasî, leşkerî û civakî ya PKK`ê bersiva li dijî serdema qirkirina gelê Kurd e.

`PKK`ê bersiva li dijî serdema qirkirinê û binkeftinê ye`
26 mijdar, 2024   16:23
KOBANÊ

Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Firatê bi boneya salvegera 46`an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) daxuyaniyek da û got PKK`ê vejîna gelê Kurd e ku rûbirûyî qirkirinê mabû.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dema pêwîstiya pêvajoyê bi rêveberiyeke bîrdozî, idoelojî ya rastîn hebû PKK`ê li ser bingeh û rêgazên zanistî ji bo ragihandina şoreşeke rizgariya civakî, nîştimanî û demokratîk ku xwe dispêre azadiya jinan, hate damezirandin. Partiyê lêkolîn û analîzên stratejîk û dîrokî yên Rêber Abdullah Ocalan ku bi hevalên xwe re kiriye, şoreşa xwe ragihand.

Di dauxyaniyê de hate destnîşankirin ku ji zêdetirî 40 salî ve PKK`ê li her 4 parçeyên Kurdistanê tê dikoşe û bi saya vê têkoşînê ku li çiyayên Kurdistanê veguheriye têkoşîneke civakî, siyasî û leşkerî li dijî siyasetên qirkirinê, gelê Kurd hinekî mafê xwe bi dest xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku PKK`ê vejîna gelê Kurd e ku rûbirûyî qirkirinê bû. PKK`ê, li dijî siyasetên qirkirin, nîjadperestî û şerê qirêj, hêviya bi miliyonan Kurdan e.

Di daxuyaniyê de îşaret bi projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, hate kirin û hate gotin: "Ev proje, ji bo mirovahiyê hêza çareseriyê ye. Divê piştgiriya şoreşa azadiya Rojava ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan bingeha wê ye, were kirin. Divê destekê bidin pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye ragihandin."

Di dawiya daxuyaniyê de pergala êşkence û qirkirinê weke zulmekî dîrokî ya navneteweyî li dijî gelên Rojhilata Navîn û gelên azad di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de hate binavkirin û bang hate kirin divê li ser asta navneteweyî ji bo rizgarkirina Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê hewldan werin kirin.

(şx)

ANHA