Pizîşkiyan: Îran li dijî çêkirina çekên nukleerî ye

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got Elî Xamineyî fetwayek ji bo qedexekirina çekên wêrankirina giştî daye û îdia kir ku Tehran çekên nukleerî çênake.

Pizîşkiyan: Îran li dijî çêkirina çekên nukleerî ye
26 sibat, 2026   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan beriya dan û standinên nukleerî yên li gel nûnerên DYA’yê, ji televîzyona fermî ya Îranê re axivî.

Pizîşkiyan diyar kir ku lîderê olî Elî Xamineyî fetwayek ji bo qedexekirina çekên wêrankirina giştî  daye û got Tehran qet çekên nukleerî çênake.

Tehran tê tawanbarkirin ku xwedî çekên nukleerî ye. Xamineyî ku der barê bernameya nukleerî ya Îranê de xwedî gotin e, bi fetwayekê çêkirina çekên nukleerî qedexe kiribû.

(bb)