Amadekariyên Newrozê dest pê kirin

Li Rojavayê Kurdistanê amadekariyên ji bo Newrozê dest pê kirin. Dê ji 9`ê Adarê ve kolan werin xemilandin, ji 14`ê Adarê ve jî agirê Newrozê li hemû taxan were pêxistin.

Amadekariyên Newrozê dest pê kirin
26 sibat, 2026   11:59
QAMIŞLO

Ji bo pêşwazîkirina Newrozê însiyatîfên gel ên bajaran, Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) û Tevgera Çand Jinên Hîlala Zêrîn ên li Rojavayê Kurdistanê di nava amadekariyan de ne.

Komîteyên amadekar ên pîrozbahiyên Newrozê civînên xwe ya amadekariyan li dar xistine.

Li gorî agahiyên ku me ji endamên Komîteya Amadekar a Pîrozbahiyên Newrozê girtine, dê 9`ê Adarê kolan bi rengên Newrozê bên xemilandin. 14’ê Adarê jî dê agirê Newrozê rojane li her taxekê were pêxistin.

Newroz dê li 7 navendên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik, Amûdê, Tirbespiyê, Girkê Legê û Dirbêsiyê were pîrozkirin. Heta niha dema pîrozbahiya bajarê Kobanê nehatine diyarkirin.

(fk-sb)

ANHA