Piştî Brîtanya DYA û Konseya Ewropayê ceza li Rûsyayê birîn
Koşka Spî îro ragihand ku zêdetirî 500 cezayên nû li Rûsyayê biriye.
![Piştî Brîtanya DYA û Konseya Ewropayê ceza li Rûsyayê birîn](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202402/image_870x_65d8b6c022fe5.jpg)
Koşka Spî îro ragihand ku cezayên nû li kesên têkiliyên wan bi girtina muxalîfê Rûs Alexei Navalny ê hefteya borî mir heye û li saziyên aborî û bingeha pîşesaziya berevaniyê yên Rûsyayê biriye.
Washington da zanîn ku di encama cezayan de berhemên zêdetirî 100 saziyên destekê didin şerê Rûsyayê têne sînordarkirin.
Konseya Ewropayê jî îro beşa 13'emîn a cezayên li dijî Rûsyayê diyar kir.
Koordînatorê siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Josep Borrell diyar kir ku cezayên nû ji bo berpirsên ku "Şerê derqanûnî didomînin û destekeke mezin didin şer" ne.
Konseya Eworpayê biryar da ku ceza li 106 kesên din û 88 saziyên ku gefê li ewlehiya herêmî û serxwebûna Ukraynayê dixwin bibire.
Brîtanyayê jî duh zêdetirî 50 cezayên nû li Rûsyayê birî bû
(mh)