Li Girkê Legê komkirina îmzeyan di roja 4’an de ye

Li  navçeya Girkê Legê ya Kantona Cizîrê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di roja xwe ya 4’an de dewam dike.

Li Girkê Legê komkirina îmzeyan di roja 4’an de ye
23 sibat 2024   18:49
QAMIŞLO

Li seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyaya komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Li navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê komîteyên komkirina îmzeyan derbasî gundên Til Ewar û bajarokê Mistefawiyê yên gundewarê bakurê navçeyê û gundên girêdayî wê bûn.

Şêniyên deverên navborî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe didin.

Komîteya kampanyayê ya li Girkê Legê diyar kir ku kampanyayê dê 15 rojan dewam bike.

(bb)

ANHA