Piştgirîkirina koçberan didome

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkirina alîkariyan ji bo koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê û gundewarên Hemayê dewam dike.

Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
Piştgirîkirina koçberan didome
6 kanûn, 2024   19:05
QAMIŞLO

Gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şêniyên Heleb, gundewarê Hema, Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne di seferberiya piştgirîkirinê de ne.

AMÛDÊ

Li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê jî bi rêya meclisa bajar komkirina alîkariyan ji bo koçberan dewam dike.

Meclisa bajarê Amûdê ji bo komkirina alîkariyan kon li pêşiya avahiya Şaredariya Gel,  li gundên Til Xenzîr  Çaxirbaza hatine vedane. Alîkariyên piştî tên komkirin li hola Werzîşê tên û Navenda Çand û Hunerê tên danîn,  piştre dê bi rêya kamyonan li koçberan werin belavkirin.

Hevseroka Meclisa Bajarê Amûdê Efaf Resûl diyar kir ku deriyên konan ji saet 09.00ˈan heya 16.00ˈan ve li pêşiya pêşwazîkirina alîkariyan vekirî ne û got şêniyan bi lez dest ji bo alîkariyê dirêj dikin.

Efaf Resûl anî ziman ku heya niha 45 malbat li Amûdê hatin pêşwazîkirin, li bajar hatin belavkirin û pêwîstiyên wan tên bicihkirin.

Şêniyên gundê Berîva jî ji bo pêşwazîkirina koçberan kon vedan bû, ev kon niha wekî nuqteya komkirina alîkariyan hatiye diyarkirin.

ÇILAXA

Komînên bajarê Çilaxa jî ku li qada Şehîd Mahsum kon vedaye, 3 roj e pêşwazîkirina alîkariyan ji şêniyan didomîne.

Di heman demê de komîn li nava gel  digeriyan û alîkariyan berhev dikin. Alîkariyên têne berhevkirin li avahiya firneya giştî ya nêzî konê alîkariyan tên komkirin piştre li koçberan tên belavkirin.

Komînan her wiha malên vala yên li gund û bajaran dijmêrin da ku sererast bikin û malbatên koçber lê bicih bikin.

TIRBESPIYÊ

Bi heman armancê Meclisa Bajarê Tirbespiyê konek li pêşiya avahiya Kongra Star vedaye.

Endamên meclisê, tevî şêniyan ji seatên sibehê ve li nav koçberan digerin û alîkariyan pêşkêşî wan dikin.

Li bajarê Qamişloyê jî komkirina alîkariyan dewam dike.

GIRKÊ LEGÊ

Meclisa Bajarê Girkê Legê 36 malbatên koçber (157 kes) pêşwazî kirin û li malan bi cih kirin.

Meclisê pêwîstiyên koçberan ji xwarin, vexwarin, nivîn û amûrên germkirin bi cih tîne.

Rayedarên meclisê diyar kir ku ew cihên din ji bo pêşwazîkirina malbatên din amade dikin.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî ya ku bi sedan malbatên koçber ên ji kantona Efrîn-Şehbayê pêşwazî kiriye, kampanyaya alîkariyê berdewam dike û tevlêbûn zêde dibe.

Şêniyên Kobanê bi zarok, ciwan û mezinên wê xwedî li koçberan derketine û alîkariyan pêşkêş dikin.

Welatiyê bi navê Murhiq Eto diyar kir ku diyar kir ku pêşwazîkirina koçberan û bicihanîna pêwîstiyên wan erkekî mirovî ye.

Eto anî ziman ku wan li gundê Gulmit ekîpek bi navê Şêx ji bo çêkirina xwarinan ji koçberan re ava kirine.

Eto destnîşan kir ku heya ji dest wan were dê bi koçberan re bibin alîkar û got: " Em gelê Kobanê çi ji me were xwestin em bikin. Em ê çêkirina xwarinê ji bo koçberan bidomînin. Divê saziyên mafên mirovan jî di vî warî de erkên xwe bi cih bînin."

Zarokên Kobanî jî xwarinan pêşkêşî zarokên Efrîn-Şehbayê dikin.

Zaroka bi navê Sewsen Mehmûd "Em hatine cihê koçberên Efrîn-Şehbayê ji bo ku xwarinên zarokan li zarokên koçberan belav bikin û bi wan re bibin alîkar. Çiqasî ku zarokên koçberan zehmetî dîtibin, em ê jî li kêlek wan bin. Heta ku em karibin em ê wan zarokan kêfxweş bikin. Ji ber ku kêfxweşiya wan kêfxweşiya me ye. Tu carî em wan xemgîn nehêlin û li her tim li kêlek wan bin."

Berberê bi navê Rêzan Mihemed Îsa tevî 15 berberên din li gorî derfetên xwe alîkariyê dikin. Rêzan diyar kir ku ew ê alîkariya gelê Efrîn-Şehbayê bikin û wiha domand: "Em îro hatine cihê koçberên Efrîn-Şehbayê ji bo porê zarok û mêran biqusînin. Ne tenê alîkariyê madî, em hewl didin di aliyê manewî de jî bi wan re bibin alîkar da ku êşa wan sivik bibe. "

Rêzan Mihemed her wiha got: " Ji vê sibehê ve me porê nêzî 50 kesên koçber çêkir. Ji bo koçberên Efrîn-Şehbayê çi ji me were xwestin em ê ji  wan re bikin."

(sş/bb)

ANHA