Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot

Endazyarê çandiniyê Azad Îbrahîm diyar kir ku şewitandina pirêzeyan zirarê dide jîngehê, madeyên organîk ên di axê de, di heman demê de dibe sedema şewitandina dîrekên ceyranê.

Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot
Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot
Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot
Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot
Pisporekî çandiniyê zirarên şewitandina pirêzeyan vegot
15 hezîran 2024   08:59
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 30'ê Nîsana borî de bi biryarekê şewitandina pirêzeyê (bermahiyên çandiniyê) qedexe kir û diyar kir ku gereke ew pirêze wek ka ji bo sewalan were bikaranîn.

Tevî biryarê jî jî hin cotkar pirêzeyan dişewitînin bê ku girîngiyê bidin zirarên ku dide jîngehê.

Endazyarê çandiniyê Azad Îbrahîm destnîşan kir ku şewitandina pirêzeyê zirareke mezin dide zeviyên çandiniyê û tu fêde ji wê tune ye.

Îbrahîm diyar kir ku şewitandina pirêzeyê zirareke mezin dide madeyên ogranîk ên di axê de û got, ev jî bandorê li jînewerên biçûk ên di axê de dike. Îbrahîm got, pêwîst e pirêze ji bo sewalan bibe ka.

Li kêleka zirara ku digihîje axê, şewata ku li nav zeviyan dikeve digihîje dîrekên ceyranê yên textî û dişewitîne, di encamê de gundên ku ji wan dîrekan ceyranê distînin, bê ceyran dimînin.

Li başûrê bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê gelek dîrek ji ber şewitandina pirêzeyan, şewitîn.

(mh)

ANHA