Peyama Newroza Bakur û Tirkiyeyê: Cihê Rêber Apo di nav gel de ye

Li piranî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi coşeke mezin pîrozbahiyên Newrozê bi cil û bergên Kurdî û gelêrî hatin kirin. Di şahiyan de peyam hat dayîn ku cihê Rêber Apo di nav gel de ye ne girtîgeh e.

Peyama Newroza Bakur û Tirkiyeyê: Cihê Rêber Apo di nav gel de ye
22 adar, 2026   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevî baranê jî bi beşdariya sed hezaran kesan, bi dirûşma "Newroza Yekitiya Demokratîk” şahiyên Newrozê hatin lidarxistin.

Di şahiyên Newrozê de serekên partiyan û siyasetmedar axivîn, Newroz li gelê Kurd pîroz kir û hêvî kir ku ew Newroz bibe wesîleya aştî û bidestxistina mafan.

Siyasetmedar û hevberdevkên partiyan got cihê Rêber Abdullah Ocalan li nava gel e, ne girtîgeh e.

Îro li bajarên Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlig, Êlih, Stenbol, Adana, Mêrsîn, Îzmîr Tetwan û gelek bajarên din jî di nav de hat pîrozkirin.

Şahiyên Newrozê bi gerandin dîlan û stranan bi dawî bû.

(fr)