Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî hefteya bê tê meclisa Tirkiyeyê

Li gorî agahiyên roja duşemê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî dê ji aliyê AKP’ê ve pêşkêşî Serokatiya Meclisa tirkiyê bê kirin û roja sêşemê jî ji Komîsyona Edaletê ya meclisê re bê şandin. Piştî 48 seatan roja înê yan jî roja şemiyê jî dê ji Lijneya Giştî ya Meclisê re bê şandin.

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî hefteya bê tê meclisa Tirkiyeyê
23 tîrmeh, 2026   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di merhaleyeke krîtîk de ye. Qanûna çarçoveyî rojeva sereke ya siyasetê ye. Di nava hefteyê de liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî jî zêde bû. Di 20’ê Tîrmehê de heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên, çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re parve kirin. Heyetê li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan jî girtin û ew pêşniyar dê ji partiyên siyasî re bê parvekirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Welat, serokê meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li meclisê serdana komên partiyên siyasî kir û hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş bi serokê giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, hevserokên giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Koma Yenî Yolê, Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Betalkirina Teqez” wek serokê giştî yê CHP’ê hat peywirdarkirin, ÎYÎ Partî û AKP’ê re hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê. Heta peşnûmeya qanûna çarçoveyî were Lîjneya Giştî ya Meclisê di navbera partiyên siyasî de jî dan û standin û muzakereyên li ser pêşnûmeyê dê berdewam bikin.

PÊŞNÛME DÊ BI ÎMZEYA AKP’Ê ROJA DUŞEMÊ WERE MECLISÊ

Hate zanîn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku dihat payîn bi îmzeyên hevpar ên partiyên siyasî ji Serokiya Meclise re be pêşkeş kirin dê tenê bi îmzaya AKPê roja dûşemî ji Serokatiya Meclisê re bê pêşkeşkirin. Heke tu pirsgirêk çênebin pêşnûme dê di 27’ê Tîrmehê roja dûşemî ji aliyê serokê koma AKP’ê Abdullah Guler ve pêşkeşî Lîjneya Giştî ya Meclise be kirin.

PÊŞNÛME ROJA ÎNÊ YAN JÎ ŞEMIYÊ DI LÎJNEYA GIŞTÎ YA MECLISÊ YE

Piştî pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkeşkirin di 28’ê Tîrmehê roja sêşemê yan jî 29’ê Tîrmehê roja çarşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin. Pêşnûme heke roja sêşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin piştî 48 seatan roja îne dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn. Heke roja çarşemê ji komîsyonên edaletê re bê şandin jî dê 1’ê Tebaxê roja şemiyê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.

Ji bo qanûn li ser erdê bê sepandin jî ji aliyê desthilatê ve pêşniyara di bin baneya Lîjneya Ewlehiyê ya Netewî de ji bo koordînasyona pêvajoyê mekanîzmayeke girêdayî cigirê serokkomar Cevdet Yilmaz bê avakirin û sepandina qanûnan bişopînê ji partiyên siyasî re hatiye kirin. Lê li gor agahiyên kulisan partiyên siyasî li ser vê pêşniyarê diyar kirine ku mekanîzmayeke bi vî rengî pirsgirêka Kurd tenê di ewlehiyê de sînordar dike û aliyên civakî paşguh dike. DEM Partî û partiyên muxalîf jî pêşniyara bila MGK’ê û Meclis bi hev re berpisyariyê bigirin, kirine. Ew pêşniyar ji serokê meclisê re hatiye kirin.

Li ser sepandina qanûna jî tê gotin wekî 6 meh dem dê bê diyarkirin û heke hewcehî bê dîtin ji aliyê serokkomar ve dem dê 6 mehê din jî bê dirêjkirin.