Pêşangeha "Tiliyên Afrîner" di roja duyemîn de ye

Pêşangeha "Tiliyên Afrîner" ku jinên ji pêkhateyên cuda li hev kom kiriye, huner û afrîneriya jinan nîşan dide. 

Pêşangeha "Tiliyên Afrîner" di roja duyemîn de ye
28 hezîran, 2026   12:46
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Pêşangeha “Tiliyên Afrîner”  ku ji hêla Meclisa Jinan a Sûriyeyê ve bi hevkariya Koma Projeyên Biçûk a ji bo Hunerên Destan û Karên Jinan hatiye organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Çand û Hunerê y a Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo didome. Pêşangeh bi armanca nîşandana hunerên jinan û firotina wan hatiye vekirin.  20 jin û jinên ciwan bi hunerên xwe yên cur bi cur wekî şêranî, cil, berg, çente, fêkiyên hişkirî, tabloyên şêwekarî, hunerên bi hirî, naylon û tenteneyan hatine çêkirin, dîkorên xaniyan û yên zarokan hatine çêkirin beşdar bûn.

Jinan der berê ezmûn û armanca xwe ya beşdrbûna pêşangehê de ji ajansa me re axivîn.

Yûlyana Îsa Denhoya ji pêkhateya Suryan anî ziman ku cara sêyemîn e bi Koma Projeyên Biçûk re kar dike û got: "Ez bi hezkirineke mezin nêzî behreya xwe ya çêkirina çenteyên morîk dibim. Ez her hunerekê bi hezkirin, sebir û biryardarî çêdikim. Xwîşka min jî cara yekemîn bi berhemên xwe yên şîraniyê beşdar dibe.”

Yûlyana hêvî dike ku di siberojê de kargeheke fêrkirina jinên ciwan vekim û ev bang li jinan kir "Peyama min ji jinên ku dixwaz fêrî vî karî bibin re ew e ku çiqasî zehmetî hebin jî hewldanên xwe bikin, di dawiyê de hûnê bighêjin armanca xwe."

Beesiya El Îsa jî ku cara yekemîn de bi hunera xwe ya çêkirina şîraniyê beşdarî pêşangehê dibe, got: “Min çend cure şîranî dane pêşandan. Ez ji çêkirina şêraniyê hez dikim. Min ev şêranî hemû bi destên xwe çêkirin. Dixwzim cureyên şêraniyê yên herêmê bi her kesî re bidim nasîn.‘‘

Semîra Ezîz Şawîş jî ku bi hunerên granît û sramîk beşdarî pêşangehê bûye wiha axivî: “Em komeke jin bi Koma Projeyên Biçûk re civiyan. Her jinek ku xwedî hunereke, me xwe perwerde kir da ku asta xwe pêş bixin."

Semîra ev yek li gotina xwe zêde kir: “Berhemên ku ez bi destê xwe çêdikim, ji tablo, eynik û kopên ji siramîk û giranîtê pêk tên. Em bi beşdariya xwe kêfxweşin û em piştgiriya hemû jinan dikin ku xebatê xwe bidin pêşandan. Deriyê grupa me li pêşiya hemû jinan vekirî ye, em amade ne ku wan perwerde bikin.”

Deriyê pêşangeh wê heya saetên ber êvarî vekirî be.

(sb)

ANHA