`Pêdiviya sekna li dijî êrişan bi coşa 2014ʹan heyeʹ

Hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Firatê Ferhan Hec Îsa got dewleta Tirk a dagirker di derbekirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, DAIŞ û çeteyên xwe bi kar tîne û diyar kir ku pêdiviya sekna li dijî êrişan bi coşa 2014ʹan a piştgiriya Kobanê heye.

`Pêdiviya sekna li dijî êrişan bi coşa 2014ʹan heyeʹ
16 îlon, 2024   06:40
KOBANÊ

15`ê Îlonê salvegera 10`an a êrişa DAIŞ`ê li dijî Kobanê ye ku 2014`an bû. DAIŞ`ê ji 3 eniyan ve êriş kir û di şerê 134 rojan de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG-YPJ) berxwedaneke destanî û dîrokî nîşan dan û 26`ê Çileya 2015`an bajar ji destê DAIŞ`ê rizgar kir. 

10 sal e lê topên dewleta Tirk û çeteyên wê hîna li ser serê xelkê bajarê berxwedêr dibarin. Rayedarên Tirk di zêdetirî boneyekê de diyar kirin ku ew amadekariya êrişkirina Kobanê dikin û ji bo wê bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê perwerde dikin.

Hevserokê Meclisa Kantona Firatê Ferhan Hec behsa berxwedana Kobanê û binkeftina DAIŞ`ê kir. Hec Îsa yek ji endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser ên ku di êrişan de ji bajêr derneketiye.

Hec Îsa got: "Berxwedana Kobanê li cîhanê deng veda. Sedem jî ragihandin bû. Hinekan got Koalîsyon sebeb bû û çîrok pir bûn. Lê dikarim bêjim ku vîna Kurd û derfetên leşkerî yên kêm, berxwedana gel û hêzên leşkerî li hember bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê, bala cîhanê kişand. Koalîsyon ji wê kêliyê û pê de, bal da Kobanê. Piştî wê Kobanê û berxwedana wê rojeva çapemeniya herêmî û cîhanî bû."

Li gorî Hec Îsa, berxwedana gel hişt cîhan rêzê jê re bigire û wiha domand: "Vîna li Kobanê hatiye nîşandan, bingeh e. Bi çekên sivik, bombeyên destan gel li hember êrişê li ber xwe da ku armanca wê qirkirina gelê Kurd û binxistina doza Kurd li Kobanê bû. Kobanê ji bo Kurdan sembola moralê bû û hîna wisa ye. Gelek şaş e em bêjin, ên êriş Kobanê kirine DAIŞ in, lê ya rast êriş planeke mezin bû ku destê gelek dewletên herêmî di serî de dewleta Tirk tê de hebû."

`KOBANÊ BÛ KURDISTANA BIÇÛK Û JI BO ŞOREŞGERAN BÛ ENIYA HEVGIRTÎ`

Hec Îsa ev li gotinên xwe zêde kir: "Kobanê bû Kurdistana biçûk a ku li kolan û cadeyên wê şervanên li ser bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan ku divê Kobanê bê parastin û nekeve hatin hawara Kobanê, hene. Li Kobanê nêrîn û vîna Kurdistanê li hember siyaseta qirkirinê ya hovane bû yek. Ji wê bêtir, Kobanê ji bo şoreşgerên ji dewletên cuda yên cîhanê hatine û cihê xwe di berxwedana dîrokî ya li hember zulmê û zordestiya DAIŞ`ê û dewleta Tirk de girtine, bû eniyeke hevgirtî."

Hec Îsa diyar kir ku ji bo dewleta Tirk a dagirker Kobanê rima doza Kurd e ku divê were şikandin û got: "Dewleta Tirk bi rêya DAIŞ`ê û komên çeteyan hewl da bigihêje vê armanca xwe, lê bi ser neket. Îro jî bê navber, tax, cihên giştî, navendên enerjiyê û gelê herêmê topbaran dike û pêşengên vî gelî yên ku tev li tunekirina DAIŞ`ê bûne, dike hedef."

`TIRKIYE JI DAIŞ`Ê RE LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ HEWÎRDOREKE GUNCEW AVA DIKE`

Hec Îsa diyar kir ku DAIŞ li herêmên dagirkirî çalak e û wiha pê de çû: "Peydakirina hawîrdorên guncew ji çeteyên DAIŞ`ê re li herêmên dagirkirî, li ser piştgiriya dewleta Tirk ji vê rêxistina terorîst re, delîl e. Li herêmên dagirkirî serçeteyê bi navê Ebû Bekir El Bexdadî û Îbrahîm El Qerşî hatin kuştin. Êrişa êlan a li Dêrazorê ya bi koordîneya istixbarata hikumeta Şamê û Enqereyê çêbûye, beşeke vê plane ye. Dewleta Tirk rasterast êriş nekir, lê bi rêya wekîlan êriş kir. Armanc jî tenê tunekirina Rêveberiya Xweser e."

`DEWLETA TIRK JÊDERA XIRABIYÊ LI ROJHILATA NAVÎN E`

Ferhan Hec Îsa got: "Dema hatiye ku em bêjin, dewleta Tirk li Rojilata Navîn jêdera xirabiyê ye û li ser yekitiya gelan û azadiya wan xetere ye. Ji ber wê divê gel li hember vê xetereyê bisekine. Pêwîstiya me bi hevgirtineke navneteweyî mîna li Kobanê çêbûye, heye. Bi nêrîna min, di pêvajoya bê de, êrişên dewleta Tirk dê zêde bibin. Lê di wê baweriyê de me ku serkeftin dê para gelan be. Ev ceng, cenga di navbera hêz, yekitiya gelan û dewleta Tirk de ye ku li Rojhilata Navîn jêdera dîktatorî, zulmê û xirabiyê ye."

(şx)

ANHA