Pedersen: Ewlehbûna Sûriyeyiyan di xebatên veguhastinê yên pêbawer û giştî de ye

Nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê da zanîn ku krîza li Sûriyeyê hîn bi dawî nebûye û got dem dema ewlehbûna tevahî gelê Sûriyeyê ye ku para wan di pêşerojê de parastî ye û ew yek dê di xebatên veguhastinê yên pêbawer û giştî de pêk bên.

Pedersen: Ewlehbûna Sûriyeyiyan di xebatên veguhastinê yên pêbawer û giştî de ye
17 kanûn, 2024   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ketina rejîma Beşar Esed, ev cara yekê ye ku Konseya Ewlehiyê civîneke vekirî li New Yorkê li dar dixe. Di civînê de nûnerê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen û cîgirê sekreterê giştî yê Karûbarên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî (NY) Tom Fletcher ji Şamê peyamên der barê geşedanên siyasî û mirovî yên Sûriyeyê de, dan.

Di civînê de nûnerên Îran û Iraqê beşdar bûn. Di destpêka civînê de Pedersen li ser civînên xwe bi aliyên aktîf ên li Şamê re axivî û li hêvî metirsiyên wan guhdar kirin û got, "Astengiyên li pêşberî me mezin in. Ruxmî Sûriyeyê di gelek parçeyan de di vê demê de biîstîqrar e, lê şer hîna bi dawî nebûye."

Pedersen diyar kir ku bakurê rojhilat hîna eniyên şer û êrişên vekirî hene, sivîl tên qetilkirin, birîndarkirin û koçber dibin. Pedersen bi vê gotinê îşaret bi êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Rêveberiya Xweser kir. Pedersen wiha domand: "Astengiya duyemîn girêdayî mezinahiya pêdiviyan e û astengiya sêyemîn jî siyasî ye."

Pedersen diyar kir ku tevgerîna berbiçav ber bi derbasbûneke giştî ya siyasî ve dê bibe klîta garantiya Sûriye piştgiriya aborî ya dixwaze, wergire. Pedersen di berdewama gotina xwe de got: "Amadekariyên navneteweyî yên zelal ji bo beşdarbûna piştgiriyê hene. Pêdivî mezin inn û bêyî piştevaniyeke fireh û mezin nayên çareserkirin.

Pedersen wiha got: "Êdî dem dema ewlebûna dilê tevahî gelê Sûriyeyî ye ku para wan di pêşerojê de misoger û parastî ye. Min li Şamê jî banga diyaloga der barê biryara 2254 û hemû pirsgirêkên din ên gelê Sûriyeyê de, kir. Ev jî dê ji bo diyarkirina rêyekê ku gelê Sûriyeyê wê bi rê ve bibin bibe destpêkek."

Şandeyê Daîm ê Rûsyayê li gel NY'ê Vasily Nebenzya jî diyar kir ku pêwist e gelê Sûriyeyê bi tevahî ol û neteweyên xwe pêşeroja Sûriyeyê li gorî nirx û biryarên Konseya Ewlehiyê diyar bike.

(mh/fr)