Pedersen: Em li ser îhtimala guhertina biryara 2254ˈan an pejirandina biryareke nû lêkolîn dikin

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyeyê got: "Em li ser îhtimala guhertina biryara 2254ˈan an jî pejirandina biryareke nû derbarê Sûriyê de lêkolîn dikin. "

Pedersen: Em li ser îhtimala guhertina biryara 2254ˈan an pejirandina biryareke nû lêkolîn dikin
13 ÇILE, 2025   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî Pedersen beşdarî civînên Riyadê ya têkildarî Sûriyeyê bûbû. Perderen civîn erênî nirxand û got, "Hikûmeta derbasbûnê hemû Sûriyeyê kontrol nake, lê hinek aramî çêdibe" û tekez kir ku girîng e rewş li hemû xaka Sûriyê aram be.

Pedersen got, "Me ji rêveberiya nû ya Sûriyeyê bihîst ku kongreya diyalogê dê di kêmî 3 mehan de were lidarxistin û rêveberiya Sûriyeyê ya derbasbûnê dê di konferansa diyalogê ti pêkhateyên gel paşguh neke."

Pedersen eşkere kir ku Neteweyên Yekbûyî garantî wergirtine ku di nava 3 mehan de desteyeke derbasbûnê li Sûriyeyê çêbibe û hemû pêkhateyên Sûriyê têde cî bigrin. Her wiha tekez kir ku civaka navneteweyî amade ye ku bi rêveberiya niha ya Sûriyeyê û desthilata derbasbûnê re kar bike.

(k)