Patrîkê Antakyayê piştgirîya kampanyaya naskirina zimanê suryanî kir

Patrîkê Antakyayê û Hemû Rojhilat ê Suryanên Ortodoks, tev li hemleya naskirina zimanê suryanî li Sûriyeyê bû.

Patrîkê Antakyayê piştgirîya kampanyaya naskirina zimanê suryanî kir
28 adar, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Patrîk Mar Ignatius Afrem ê Duyemîn di hevpeyvîna li gel kanala Soboro de ragihand ku ew tev li hemleya daxwazkirina naskirina zimanê suryanî li Sûriyeyê, bûye.

Patrîk diyar kir ku ji aliyên têkildar xwestiye ku zimanê suryanî li Sûriyeyê fermî bibe û hikumeta demkî ya Sûriyeyê soz daye wî ku vê yekê binirxîne.

Her wiha patrîk anî ziman ku zimanê auryanî yek ji zimanên resen ên Sûriyeyê ye û hêviya xwe anî ziman ku di demeke nêz de zimanê suryanî were naskirin û li dibistanên hikumetê bikeve nava materyalên xwendinê.