Partiyên siyasî hilbijartinên Meclisa Gel gotûbêj kirin

Partiyên ku di nava Rêveberiya Xweser de cih digirin îro li Qamişloyê civînek li dar xist û mijara lîsteyên endamên Desteyên Hilbijrtinê û nûnertiya herêmê di Meclisa Gel a Sûriyeyê de gotûbêj kirin.

Partiyên siyasî hilbijartinên Meclisa Gel gotûbêj kirin
18 gulan, 2026   14:41
QAMIŞLO

Partiyên ku cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de girtiye, îro li avahiya Daireya Têkiliyên Derve ya li Qamişloyê civiyan da ku li ser çend mijarên sereke yên têkildarî qonaxa heyî gotûbêj bikin.

Di civînê de lîsteyên endamên desteyên hilbijartinan, her wiha mijara nûnerên herêmê di Meclisa Gel a Sûriyeyê de û çend mijarên din ên têkildarî rewşên siyasî û rêxistinî, gotûbêj kirin.

Biryar e partî sibê Sêşemê, daxuyaniyekê bidin û helwesta xwe li ser gelek mijaran zelal bikin.

Komîteya Bilind a Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê, îro di çarçoveya xebatên temamkirina avakirina saziyên hilbijartinê de, lîsteyeke destpêkê ya navên endamên desteyên hilbijartinan yên parêzgeha Hesekê ku Hesekê, Qamişlo û Dêrik di nav de ne, weşandibû.