Partiya Sûriya Pêşerojê: Gel dikare aştiyê û çareseriya siyasî bi dest bixe

Partiya Sûriya Pêşerojê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevî hemû cure komployên bi armanca parçekirina xaka Sûriyê û hewldanên jiholêrakirina projeya demokratîk, berxwedana gelê me berdewam e.

Partiya Sûriya Pêşerojê: Gel dikare aştiyê û çareseriya siyasî bi dest bixe
15 adar, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya salvegera 13`an a aloziya Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî ku şoreşa Sûriyeyê ji serhildanek û xwepêşandanên aştiyane ku armanca wê bidestxistina mafên rewa yên gel, guhertina pergala zordest bû veguherî aloziyeke çekdar û xwîndar ku rejîmê hewl da bi tevahî rêbazan pêk bîne. Axa Sûriyeyê bû avzêya bi sedan rêxistinên terorîst û gelek baregehên leşker û artêşên dewletên dagirker lê hatin avakirin. Sûriye bû qada tesfiyekirina hesaban di navbera hêzên cîhanê de."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi rizgarkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ`ê re ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve, pêkhateyên herêmê dest bi avakirinê li ser bingeha jiyana aştiyane û pirengiya çandî, civakî, aborî û siyasî kir û hewl dan civakeke demokratîk û azad ava bikin û hemwextî wê Partiya Sûriya Pêşerojê di 27`ê Adara 2018`an de hate damezirandin ku yek ji destkefiyên şoreşa Sûriyeyê li ser asta siyasî ye.

Di dawiya daxuyaniyeê de hate gotin: "Tevî komployên ji bo parçekirina Sûriyeyê, têkbirina însiyatîfên hêzên siyasî û projeyên demokratîk, vîna gel bi hêztir e û dikare li hember wan komployan û hewldanan li ber xwe bide. Têkoşîna gelê me ji bo rizgarkirina axa dagirkirî berdewam e. Delîl jî xwepêşandanên li Siweydayê berdewam in û redkirina sûriyeyiyan a zulm û zordestiyê rave dike. Em soz didin şehîdên azadiyê û rûmetê ku li ser şopa wan bin ji bo ku daxwazên gelê Sûriyeyê û şoreşa wî bi dest bixin.”

(şx)