Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin

Koordînasyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê, ji bo bîranîna şehîdên parastina herêmê li dijî êrişan kiriye, Parka Şehîdên Bendava Tişrînê vekir.

Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
Parka Şehîdên Bendava Tişrînê hat vekirin
9 adar, 2025   16:11
TEBQA

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8’ê Adarê) Koordînsyona Jinan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê, ji bo giyana şehîdên parastina bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine, Parka Şehîdên Bendava Tişrînê vekir.

Rûbera parkê 3 donim e, li Kornîş, taxa yekemîn a Tebqayê ye û wê ji bo xelkê herêmê bibe giştiyarek.

Di vekirina parkê de, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, nûnerên ji deste û meclisên girêdayî wê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û xelkê bajêr amade bûn.

Dayikên şehîdan deriyê parkê vekir û piştre beşdaran li hundirê parkê geriyan.

Di çalakiya vekirinê de, 90 darên zeytûn, çam û merx hatin çandin û sîwanek xemlê hate avakirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Kanûnê ve bi bejahî û hewayî Bendava Tişrînê hedef digire. Armanca wan dagirkirinê bendavê ku piştre herêmên din ên Rêveberiya Xweser dagir bikin, lê li hember van êrişan Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hemû yekîneyên xwe yên leşkerî bersivên xurt didin dagirkeran.

Li kêlek berxwedana hêzan, gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Çileyê ve li Bendava Tişrînê li dijî êrişan di nava berxwedanî û çalakiyan de ye.

(fr)

ANHA