Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îdiayên hikumeta veguhêz derewandin

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îdiayên li ser hedefgirtina baregehên wan di êrişên artêşa Urdunê de, derewandin.

Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê îdiayên hikumeta veguhêz derewandin
25 kanûn, 2025   14:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên leşkerî yên Urdunê duh êvarî li ser sînorê Sûriyeyê êrişên hewayî li dijî şebekeyên qaçaxçîtiya çekan û madeyên hişbir kirin. Medyaya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê îdia kir ku baregeh û depoyên çekan ên Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê jî di êrişên de hatin hedefkirin.

Der barê van îdiayan de Fermandariya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îdiayên ku kanalên ser bi hikumeta terorîst a Şamê ve û medyaya wê belav kirine, di çarçoveya dijbertiya Cebel û şêniyên wê de tê kirin."

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Tevahî îdiayên dibêjin ku baregeh û depo di êrişên hewayî yên hêzên Urdunê de bûne hedef, ne rast in. Li gorî nirxandinên pêşîn, êrişên hewayî li mezreyên nêzî sînorê Urdunê hatin hedefkirin. Her wha hin malên eşîrên bedewî yên gundên Şeab hatin hedefkirin. Hêzên me, an jî baregeh û depoyên me li wan herêman nîn in."

Fermandariyê daxuyand ku di dosyayên têkoşîna li dijî terorê, kontrolkirina sînor û rêgirtina li ber qaçaxçîtiyê de hemahengî û şopandin bi aliyên herêmî re heye.

(b)