Meclisa Êl û Rûspiyan êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Meclisa Êl û Rûspiyan a Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd êrişên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û banga diyalogê kir.

Meclisa Êl û Rûspiyan êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
25 kanûn, 2025   13:32
HELEB

Meclisa Êl û Rûspiyan a Taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd der barê êrişên hikumeta veguhêz ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê ji aliyê endamên meclisê şêx Îbrahîm Ebdulxoc û Şukrî Mistefa ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser her du taxan hat şermezarkirin û hate gotin, meclisê ji kêliya yekemîn banga bêdengkirina çekê û parastina aştiya navxweyî û bilindkirina dengê aqilmendiyê kir.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku meclis amade ye ji bo xurtkirina hevgirtinê û pêşîgirtina li fitne û gotinên mezhebî kar bike. Her wiha bang li nûnerên hikumeta veguhêz hat kirin bi roleke erênî rabe, bendan rake û rêyan li taxên ku 14 sal e di bin dorpêçê de ne, qut neke.

Di daxuyaniyê de hate gotin, bendên ku hikumeta veguhêz danîne, zêdetirî 500 hezar kesan dike armanc û rê nade ku nexweş bighêjin nexweşxaneyan û bi hezaran xwendekaran ji perwerdeyê dûr dixe.

Di daxuyaniyê de spasiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên her sê taxan hat kirin ku li hemberî êrişan li ber xwe dan û hat hêvîkirin ku aramî li tevahî Sûriyeyê pêk were.

(b)