Di 24 saetan de 3 kuştî, 3 birîndar

Di 24 saetên dawîn de li Sûriyeyê 3 kes hatin kuştine û 3 jî birîndar bûne.

Di 24 saetan de 3 kuştî, 3 birîndar
3 adar, 2026   12:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ajansa me kom kirine, li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetan de 3 kes hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Li ser rêya dergehê bajarê Raî yê gundewarê bakurê Helebê di êrişa komeke çekdar de 2 endamên wezareta parastinê ya hikumeta demkî hatin kuştin. Koma çekdar piştî gule li her du endaman reşandin reviyan.

Li gundê Sikra yê bajarê Humsê ciwanek dema ku zemîna xaniyê xwe bilat dikir, mayîn pê de teqiya û birîndar bû. Birîndar rakirin navendeke tenduristiyê.

Li taxa Salihîn a bajarê Helebê jî di ciwan bi hev ketin. Pevçûn veguherî şerekî komî û çek hatin bikaranîn. Li gorî şahidan di encama şer de, yek jê ducanî, 2 jin birîndar bûn.

Li bajarê Siwêdayê droneke bombekirî ya hêzên hikumeta demkî herêma girtîgeha sivîl bombebaran kir. Di bombebaranê de tenê zerarên madî çêbûn.

Li gundewarê rojavayê Siwêdayê piştî ku hêzên hikumeta demekî bi droneke bombekirî  gundê Mecdel kir hedef, şerekî demkurt di navbera hêzên hikumetê û hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê de derket. Agahiyên der barê encamên şer de nehatin bidestxistin.

Li nêzî kampa Kerama ya nêzî gundê Qah ê bajarê Dana yê ser bi Idlibê ve, ciwanek kuştî hat dîtin. Ciwan ji bajarokê Letamina yê bakurê bajarê Hemayê ye. Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

(bb)