Parêzeran asoyên çareseriyê li Sûryeyê gotûbêj kirin

Çalakvanên mafên mirovan û siyasetmedaran diyar kirin ku divê têgehên federalîzmê û nenvendiyê bêne fêmkirin. Her wha tekez kirin ku ew têgeh ne li dijî yekitiya welat e. Her wiha bal kişandin ser metirsiyên paşguhkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga lidarxistina kongreyeke niştimanî ya berfireh ku hemû aliyên Sûriyeyê li hev kom bike, kirin.

Parêzeran asoyên çareseriyê li Sûryeyê gotûbêj kirin
21 sibat, 2025   18:44
HESEKÊ

Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Buroya Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk panelek bi sernavê “Asoyên Çareseriyê li Sûriyeyê: Geşedan û Rewşa Siyasî û Yasayî” li dar xist.

Çalakiyên panelê bi axaftina hevserokê Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Hesen Mihemed Elî dest pê kir. Mihemed Elî di axaftina xwe de tekez kir ku rûxandina rêjîma Sûriyeyê ya berê encama têkoşîna gelê Sûriyeyê bû, û diyr kir ku Heyet Tehrîr El Şam di van demên dawî de weke amûrekê ji bo desteserkirina têkoşîna gel li dijî vê rêjîmê hate bikaranîn. Herwiha tekez kir ku pêkhateyên gelê Sûriyeyê bi salan ji bo guhertinên yasayî û siyasî dixebite.

Hesen bal kişand ser hewldanên dagirkeriya Tirk a ji bo bikaranîna rewşa Sûriyeyê ji bo êrişkirina ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha têkoşîn û berxwedana li hember van êrişan jî nirxand.

Her wiha bal kişand ser xebatên berdewam ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li ser asta Kurdistanê, ji bo yekkirina aliyên siyasî yên Kurdî û herwiha ji bo yekkirina aliyên siyasî û civakî yên Sûriyeyê bi awayekî ku xizmeta siberoja welat bike.

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemal El Dîn li ser rola Yekîtiya Parêzeran û Hiqûqnasan di bidestxistina destkeftiyên şoreşê de axivî û bal kişand ser girîngiya têgihîştina têgehên federalî û nenavendîbûnê. Beşîra tekez kir ku ev têgeh nayên wateya parçekirina Sûriyeyê û daxwaz kir ku ev peyam ji hemû aliyên li dijî nenavendiyê re were zelalkirin.

Panel bi gotûbjên der barê rola parêzeran di pêvajoya siayasî de, her wiha rola jinan di destûra Sûryeyê ya nû de, berdewam kir.

Panel bi xwendina daxuyaniya encamnameya panelê bi dawî bû, daxuyanî ji aliyê berpirsê ofîsa Yekîtiya Parêzeran li Hesekê Kawa Fatimê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kiryarênn heyî valahiya destûrî xurtir dikin û ev yek binpêkirineke cidî ya mafên gelê Sûriyeyê ye. Her wiha ev valehî dihêle ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hêzên sereke yên siyasî bêne paşguhkirin, ev yek bandoreke neyînî li xebatên avakirina Sûriyeyeke nû û yekbûyî dike.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku divê koçberên ji herêmên Efrîn, Şehba, Serêkaniyê û Girê Spî vegerin malên xwe.  Daxuyaniyê beşdarbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser weke pêngaveke girîng a ji bo pêkanîna aramî û avakirina Sûriyeke demokratîk, piralî û navendî, nirxandin.

(k)