Panela Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi dawî bû

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 70 jinan paneleke diyalogê li Helebê li dar xist. Panel bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

28 îlon, 2024   21:52
HELEB
MIHEMED EBDO

Vê sibehê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Helebê bi beşdariya 70 jinên ji tevahî parêzgehên Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina binpêkirinên li ser jinên Sûriyeyê paneleke diyalogê organîze kir.

Di panelê de 2 mijarên sereke; mijara yekemîn bi navê ʹTunekirina jiyanê di koka jinên sûriyeyî deʹ û mijara duyemîn jî bi navê ʹDerketina ji tunela tarîʹ hatin nîqaşkirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê ya kantona Tebqa Cuheyne Misto mijara yekemîn bi rê ve bir. Cuheyne binpêkirinên li dijî jinên Sûriyeyê, bandora şerê di zêdekirina sûcên tundî û destdirêjiya li dijî jinan û hwd şîrove kirin.

ʹPÊDIVÎ BI SAZKIRINA DESTÛREKÊ KU GUHARTINÊ ÇÊKE, HEYEʹ

Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomasî ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Ayşe Hiso mijara duyemîn nîqaş kir. Di mijara duyemîn de êş û azarên ji ber şerê Sûriyeyê pêk hatine, her wiha êşên ji ber zihniyeta baviksalarî bi serê jinan de hatine hatin nîqaşkirin.

Dûre beşdaran nêrînên xwe parve kirin. Endazyarê medenî Nadiya Toma bal kişand ser divê ji nifşên nû re ku jin bingeha civakê ne were şîrovekirin.

Lêkolînera civakî Sena Saqid diyar kir ku jin û mêr qurbanên çanda şaşt ên di dirêjahiya serdeman de ne û bi krîz, ol, bawerî, dewlet û mekanan bandor bûn.

Sena wiha domand: "Ji lew re divê nêrîna çewt a têkiliya di navbera mêr û jin de were sererastkirin."

Di dawiya panelê de encamname hat dayîn û wiha ye:

Navend û peymangehên ji bo hişyarkirina ciwanan beriya zewacê werin avakirin.

Xebitîna li ser balkişandin û rojevkirina çapemeniyê têkildarî dozên jinan bi hemû aliyên wê.

Têkoşîna ji bo gihandina jinan li cihên biryardayîna siyasî, civakî û aborî.

Xebitîna li ser avakirina malbateke demokratîk ji bo avakirina civakeke exlaqî.

Zêdekirina atolye û semînerên hişyarkirinê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê.

Girîngîdayîna perwerdê û fêrkirinê ya ciwanan ji bo sînordarkirina reva ji rewşa heyî ber bi dezgehên çapemeniyê.

Piştgiriya jinan û hevgirtina bi jinên sûriyeyî yên tundî lê tê kirine re.

(fr)