Balafireke bêmirov li gundewarê Qamişlo nuqteyek bombebaran kir

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo û Hesekê di navbera gundên Kotik û Girê Sor de cihek bombebaran kir. Lê tu agahiyên der barê windahiyan de bi dest neketin.

Balafireke bêmirov li gundewarê Qamişlo nuqteyek bombebaran kir
28 îlon, 2024   21:12
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên nûçegihanê me parve kirine, balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker saet di 20:45ʹan de li ser rêya Qamişlo û Hesekê di navbera gundên Kotik û Girê Sor de cihek bombebaran kir. Lê tu agahiyên têkildarî windahiyan de nehatin bidestxistin.

(fr)