Operasyona dagirkeriyê ya li Mawayê berfireh bûye

Operasyona dagirkeriyê Tirk ya li gundekî herêma Çiyayê Mawa ya bakurê Kurdistanê hate destpêkirin ku li navçeya Heskîf a Êlihê ye, bi berfirehî dewam dike.

Operasyona dagirkeriyê ya li Mawayê berfireh bûye
23 hezîran, 2024   13:30
NAVENDA NÛÇEAYN

Li gorî ANF’ê operasyona dagirkeriyê ya ku 18'ê hezîranê li bejahiya gundê Xirbêkûr ê herêma Çiyayê Mawayê ya bakurê Kurdastanê hate destpêkirin, ber bi bejahiya navçeya Kercewsê berfireh bû.

Liv û tevgera hewayî li herêmê dewam dike. Hate ragihandin ku gelek qadên li herêma Torî ya navçeya Kercewsê ji aliyê walîtiyê mêtingeriyê ve hatine qedexekirin.

Gundê Bilêxşê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate dorpêçkirin. Destûr nayê dayin ku gundî derkevin derve. Li qadên bejahî yên gund jî dengê çekan tê.