Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir

Oldaran banga belavkirina nirxên jiyana hevbeş û rêgirtina li ber gotinên nefretê kir.

Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir
Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir
Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir
Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir
Oldaran banga rêgirtina li ber xîtaba nefretê kir
15 ÇILE, 2026   13:50
HESEKÊ

Kongreya Îslama Demokratîk bi armanca şîrovekirina geşedanên li Sûriyeyê diqewimînin, civînek li Mizgefta Miseb Benî Umeyîr a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Bi dehan mela û oldar beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Tirbespiyê mela Hogir Hesen axivî û cewherê rasteqîn ê îslamê vegot. Mela Hogir Hesen anî ziman ku di îslamê de sûc û lîstina bi cenazeyan qedexe ne. Her wiha li hemberî xîtaba kîndariyê jî bal kişand ser girîngiya belavkirina xîtaba ola mutedîl û nirxên exlaq û mirovahiyê.

Hevserokê Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a bajarê Qamişloyê mela Silêman El Elî jî anî ziman ku peyama pêxember Mihemed teqez dike ku erkên oldaran ew e ku li hemberî zilmê bê deng nemînin û piştgiriyê bidin heqiyê.

Di dawiya civînê de girîngiya belavkirina xîtaba aştî û jiyana hevbeş û çanda diyalogan, rêgirtina li pêşiya xîtaba nefret û kîndariyê hat destnîşankirin.

(b)

ANHA