Oldar: Dewleta Tirk teror bi xwe ye

Oldaran destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker rêgezên îslamê binpê dike û got: "Qaşo dibêje musilman e, lê ew teror bi xwe ye."

Oldar: Dewleta Tirk teror bi xwe ye
11 mijdar, 2024   05:10
REQA
MIHEMED XELÎL

Mele û oldarên ji bajarê Reqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin, ev êriş "sûcên kirêt in" ku ji aliyê dewletekê îslamê îdia dike ve, tê kirin.

Meleyê mizgefta Ebû Hureyre "Şerakse" Şêx Elî El Salih destnîşan kir ku dewleta Tirk îslamê îdia dike, lê rêgez û pîvanên rastîn ên îslamê binpê dike.

Şêx Elî El Sahih da zanîn ku  kirinên dewleta Tirk li dijî îslamê ne û ev got: "Dewleta Tirk dema êriş dike nabêje ev mirov e an kevir e. Kiryarên wê li dijî îslamê ye. Divê êrişên xwe yên berberî yên li dijî herêmên me rawestîne."

Şêx El Salih îşaret bi vê yekê kir ku îslam rijandina xwîna mirovan heram dike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ji her kesî re aştiyê dixwazin. Ev ola me ye ku rijandina xwînê heram dike. Lewma em li dijî rijandina xwînê ne. Em kuştinê û wêranî ji kesekî re naxwazin, em ji her kesî hez dikin û hurmet dikin."

Endamê Desteya Karûbarên Olî ya Kantona Reqayê Şêx Yehya Ebû Bera bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker êriş mezin û biçûkan dike, carekê bi balafiran êriş herêmên ewle dike û carekê deriyan digire û avê ji ser gelê herêmê qut dike

Ebû Bera  bi bîr xist ku tevahî olan kuştinê heram dikin û der barê dewleta Tirk de jî got: "Dewleta Tirk terorîst e, dixwaze gelê herêmê tune bike, loma çi tê pêşiya wê dikuje û wêran dike."

Ebû Bera bal kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li ser cihên olî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî "Dewleta Tirk cihên olî û mizgeft bombebaran kirin. Xwîna muslimanan li mizgefta gundê Tirbespiyê rijiya. Zarokeke bêguneh li Minbicê hate kuştin. Rûspî û zarok hatin kuştin. Ev delîl e ku dewleta Tirk, teror bi xwe ye û amûra wêrankirinê ye."

 (şx/k)

ANHA