Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn

Nobedarên Bendava Tişrînê dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan û şehîdên bendavê bi bîr anîn. Her wiha nimêja înê kir.

Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
Nobedaran dayika Uweyş û şehîdên bendavê bi bîr anîn
11 nîsan, 2025   13:37
 BENDAVA TIŞRÎN

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijbertiya xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gorî koman nobetê dewr digirin.

Nobedaran îro bi boneya salvegera 32’yan a wefata wê, dayika Rêber Abdullah Ocalan Uweyş Ocalan û şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê bi bîr anîn.

Nobedaran nimêja înê li ser bendavê kir û dua kir ku aştî û aramî li tevahiya Sûriyeyê pêk werin.

Nobedar diyar dikin ew bi biryar in ku berxwedana parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam bikin.

(bb)

ANHA