Liv û tevgerên Îsraîlê li Qunaytîrayê zêde bûne

Artêşa Îsraîlê li gundewarên Qunaytîrayê bendeke kontrolê li ser rêya Heder-Terecê danî. Bi vê bendê re tevgera şênî û cotkaran hat astengkirin. Li herêma Telûl El Humer a bakurê Qunaytîrayê jî liv û tevgera hêzên Îsraîlê heye.

Liv û tevgerên Îsraîlê li Qunaytîrayê zêde bûne
11 nîsan, 2025   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, artêşa Îsraîlê li gundewarên bakurê Qunaytîrayê bendeke leşkerî li ser rêya Heder û Terecê danî. Artêşê bi vê bendê re tevgera çûn û hatina şênî û cotdaran qedexe kiriye.

Hate diyarkirin ku li herêma Telûl El Humer a bakurê parêzgehê jî 5 tank tevî 100 leşkerên îsraîlê bi cih bûn.

SOHR’ê diyar kir ku li devera di navbera bajarokên Beyt El Cin û Heder de jî erebeyên leşkerî bi cih bûn.

Artêşa Îsraîlê 9’ê Nîsanê ketibû gundê Terencê, bi ser malekê de girtibû û operasyoneke kontrolkirinê pêk anîbû.

(bb)