Nêzîkatiya nû ya Erdogan a li hember Sûriyeyê - RAUF KARAKOÇAN       

Nêzîkatiya nû ya Erdogan a li hember Sûriyeyê - RAUF KARAKOÇAN       
10 tîrmeh 2024   05:06

Civaka Tirk ku êdî hîn bûye sere sibê cuda, êvarê cuda, agahiyên ji hev cuda bibîhîze, bi şîroveyên "dibe ku vexwendinek ji Sûriyeyê bê" dest bi rojê dike. Pirsên “gelo çi diqewime?” tên pirsîn û hemû çapemenî li ser ekranan bi “ramanên pisporî” wekî ku pê li bişkokê hatibe kirin, li ser vê mijarê leqeleqê dikin. Erdogan got "Me her tim destê xwe yê dostaniyê dirêjî Sûriyeyê kir û em ê vê bidomînin jî". Wî girseyeke ew çend pûç û vala afirandiye, hema çi jî bifiroşe bikirên wî tijî ne. Yanî civakek heye ku amade ye bê xapandin, bikeve xefikan û bi dek û dolaban bawer bike.

Dema Erdogan ji bo temaşekirina maça Tirkiye-Hollandayê çû Berlînê, konvoya wî jî hate dîtin. Yekser nimûneyeke dînyanedîtinê bû. Tenê şoveke bi vî rengî ya dîtbarî dikare civaka Tirkiyeyê ya paşvemayî rave bike. Şef, xelîfe, dîktator… êdî hema kîjan nav lê were kirin, Xwedê lîderekî wisa daye vê civaka musteheq a Tirkiyeyê.

Aloziya Sûriyê ku bûye mijareke tevlihev û bipirsgirêk, mîna zebeşeke ku ji ser bar ketiye û parçe bûye, hema ji nişka ve hatiye ser maseyê lê haya kesî jê nîn e. Wisa dixuye ku dixwazin ev mesele demek berê demekê hel bibe. Wekî mehra bi lezgînî ye. Piştî gelek çêr û sixêfan, bi guhertina uslûba ziman, muhebbetên dostanî-biratî-piştgiriyê dest pê kir.

Di serî de divê were fêmkirin ka têkiliyên her du welatan çima, çawa û ji bo çi xirab bûne. Divê ji bo vê bersivên temam û têrker, her wiha realîst werin dîtin. Dûre jî bê ka çi heye ku desthilatdar pê dizanin lê gel nizane ku dixwazin pê bigihêjin merheleya asayîbûnê? Tiştekî ecêb e lê çaverêkirî ye ku di vê demê de ku têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê yên gelekî nakok, gihaştine qonaxa dan û standinan. Heçku kevirek li serê wan ketiye û hatine ser hişê xwe û biryar dane ji xirabiyê vegerin. Ev karekî pir cidî ye, lê rûdan wekî henekan in. Anku wekî tenduristiya piştî qezayekê jixweber baş dibe.

Aliyê herî girîng ê ku me eleqedar dike, çawaniya çareserkirina pirsgirêkê ye. Gelo Erdogan ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê berpirsyar e û barê her dilopeke xwînê li stûyê wî ye, bi rastî jî çareseriya pirsgirêkê dixwaze? Yan jî hewl dide mexdûriyetên nû biafirîne? Ev dîktatorê ku dijminatiya wî ya li dijî Kurdan domdar, dixwaze bi Esad re hevdîtinê bike û li gorî xwe çareseriyeke dawîn ji pirsgirêkê re bibîne. Lê ji bo tişta tê xwestin jî 'lê belê'yek heye. Karaktera Erdogan baweriyê nade û dikare di her mijarekê de derewan jî bike. Hewlanên wî yên tunekirina destkeftiyên Kurdan û Rêveberiya Xweser, guherandina demografiya herêmên dagirkirî, sûcên dermirovî yên li wan herêman, çeteyên tundraw kirine bela serê cîhanê, Idlibê dike baregeha çeteyan û hwd. Gelo dê van pirsgirêkên qerase bi yekcarî çawa çareser bike?

Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê gihaştiye astaekê ku ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê û xeyalên Erdogan bê wate bûye. Êdî nikare çeteyên ku bi zorê xwedî dike, di destê xwe de bigire. Piştî êrişên li dijî sûriyeyiyan ên li bajarê Kayseriyê, tenê çend deqeyan berdewam bû ku alên Tirkan ên li deverên di bin destê komên çete de yên wek “Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê” ya bi piştgiriya dewleta Tirk an jî “Artêşa Azad a Sûriyeyê” werin daxistin û şewitandin. Kayserî keleheke AKP'ê ye û cihekî di bin serdestiya muhafezakaran de ye. Serokê wan Erdogan e ku li Kayseriyê û li her derê bûye bela serê wan. Êrişên li Kayseriyê têrê kir ku alên Tirkan li Sûriyeyê bibin pînik.

Erdogan li Sûriyeyê di destê xwe de çoyekî duserî digire ku her du seriyên wî jî pîs in. Li ku derê bide, pîsatî tê digere. Divê em li bendê bimînin û bibînin bê ka dê çareseriyeke çawa ji vê derkeve. Herêma herî aram a Sûriyeyê niha herêmên Rêveberiya Xweser in. Tevî ku timî di bin êrişên leşkerî, siyasî û aborî yên dewleta Tirk û PDK'ê de ye jî, ji bo gelan tecrubeyeke cidî ya xwerêvebirinê ye. Tevî pirsgirêk û zehmetiyan jî, pergala îdarî vebijêrkeke demokratîk pêşkêş dike û bi rastî jî nêzîkbûn û hevpariya rastîn di navbera gelan de çêdike. Bi tecrubeyê hewl dide xwe bigihîne îdeala xwe. Heke nêzîkbûn û lihevkirinên di navbera Erdogan û Esed de Rêveberiya Xweser paşguh bikin û sîleyeke nû li ser civakê bidin, dê li Sûriyeyê aştî pêk neyê. Heke tiştek pêk bê, ew jî tenê kaoseke nû ye. Heke Sûriyeyê bixin nava tevliheviyeke nû, nikarin penaberan vegerînin û nikarin serîrakirina çeteyan rawestînin.

Têkiliyên di navbera Erdogan û Esad de dê bên wateya destpêkirina serdemeke nû ji bo pêkhateyên li Rojava û herêmên hatine rizgarkirin. Esad pirsgirêkên xwe yên li derve çareser dike û dê li ser pirsgirêkên navxweyî bisekine. Divê hemû beşên civakî nêzî pirsgirêkan bibin û bi aqilane li çareseriyan bigerin, ne bi zorê. Li gel hemû medûriyetên Kurdan jî, tevî ku derfet û îmkanên wan hene jî, qet cudabûna ji Sûriyeyê nexistiye rojeva xwe. Ji ber ku her tim bûne aliyê ku çareseriyan çêdike. Çareseriya pirsgirêkan bi diyalogê, li ser bingeha mafên demokratîk ên li gorî berjewendiyên gelan, dê bi kêrî her kesî were. Modela rêveberiya xweser dê ji bo Sûriyeyê bibe modeleke girîng û stabîl. Heke ev bibe dê ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe mînak.

Dersa herî girîng a ku sûriyeyî ji êş, kuştin û koçberkirinê derxin, ev e; pêkanîna modela civaka demokratîk ku ji bo wan modela herî îdeal e.