Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin

Nêzî 854 iraqî ku ji 233 malbatan pêk tê, ji kampa Holê ya Hesekê ya kantona Cizîrê derketin û ber bi xaka Iraqê ve ketin rê.

Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin
Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin
Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin
Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin
Nêzî 854 iraqî ji kampa Holê ber bi welatê wan ve hatin şandin
28 tebax, 2025   13:02
HESEKÊ

Di çarçoveya hemahengiya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîseriya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de, îro komeke din a penaberên iraqî yên li kampa Holê ya gundewarê Hesekê ya kantoan Cizîrê diman, ber bi warê wan ve hat şandin.

Ev kom ji 233 malbatan pêk tê û hejmara kesan bi giştî nêzî 854 e.

Ev koma 12 a iraqiyan e ku ji destpêka salê ve ji kampê tê derxistin û ber bi warên wan ve tên şandin. Lê ji destpêka derxistina malbatên Iraqê ji kampê ber bi welatên wan ve koma 29ˊan tê şandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2021ˊê ve, bi hemahengiya hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DAIŞˊê penaberên Iraqî yên li kampa Holê yên dixwazin vegerin warên xwe, dişîne.

Li kampa Holê, bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞˊê yên ji hemwelatîiyên erebî û biyanî hene. Ew kamp wek bombebeyek li ber teqînê ye tê dîtin.

(fr)

ANHA