Nêrgiz Mihemedî piştî 16 rojan tedawiyê ji nexweşxaneyê hat derxistin

Weqfa Nêrgiz Mihemedî aşkera kir ku Nêrgiz Mihemedî piştî 16 rojan tedawiyê ji nexweşxaneyê hat derxistin.

Nêrgiz Mihemedî piştî 16 rojan tedawiyê ji nexweşxaneyê hat derxistin
18 gulan, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Weqfa Nêrgiz Mihemedî têkildarî rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Îranî û Çalakvana Mafên Mirovan, Nêrgiz Mihemedî daxuyaniyek parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Nêrgiz Mihemedî piştî ku 16 rojan li nexweşxaneyê hate dermankirin, îro ji nexweşxaneyê hat derxsitin. Li gor rapora doktorên dil û damaran, hîn jî pêwîste Mihemedî di bin çavdêriya tibî ya taybet de bimîne û ji bo vê yekê jî herî kêm divê mehekê rewşa wê were çavdêrîkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku, rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan ku cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, Werîşe Mûradî ku cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, Pexşan Ezîzî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, di rewşek xeternak de dijîn. Her wiha hate gotin ku rayedarên girtîgehê gelek caran red kirine ku girtiyan veguhêzên nexweşxaneyên taybet û ji aliyê doktorên li derveyî girtîgehê ve werin venêrînkirin.

Di daxuyaniyê hate gotin ku Fatme Spêhrî tevî nexweşiya dil û şekirê jî li girtîgeha Wekîlabadê ya Meşhedê tê girtin. Malbata wê li ser rewşa wê ya fîzîkî hişyarî daye. Li gorî xizmên vê girtiya siyasî, ew hewceyê lênêrîna tenduristî ya lezgîn û dermankirina taybetî ye.