NBC NEWS: Dibe ku êrişên li dijî DAIŞˊê heta mehekê bidomin

Tora NBC NEWS a Amerîkayê diyar kir ku dibe ku êrişên Amerîkayê yên li dijî çeteyên DAIŞˊê yên li Sûriyeyê heta mehekê bidomin.

NBC NEWS: Dibe ku êrişên li dijî DAIŞˊê heta mehekê bidomin
20 kanûn, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora NBC News a Amerîkayê ku agahiyên xwe dispêre berpirsên Amerîkayê, da zanîn ku eger heye êrişên Amerîkayê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyeyê heta çend hefteyan an jî heta mehekê dirêj bikin.

Torê diyar kir ku Amerîkayê di êrişên xwe yên li djî DAIŞˊê de balafirên A-10, balafirên F-16ˊan û û helîkopterên Apache bi kar anîn.

Artêşa Amerîkayê ragihandibû ku wê di danê berbanga îro (20 Kanûn 2025) de zêdetirî 70 cihên çeteyên DAIŞˊê li Sûriyeyê bombebaran kirine.

(mh/fr)