ˋFerzkirina cezayan li dijî serçeteyan gaveke girîng eˊ

Komîteya Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku cezayên ku Brîtanyayê li ser hejmarek serçeteyan û karsazên rejîma Baasê ferz kirine gaveke girîng a ber bi xurtkirina hesabdayînê û pêşîlêgirtina bêcezakirina sûcdaran ve ye.

ˋFerzkirina cezayan li dijî serçeteyan gaveke girîng eˊ
20 kanûn, 2025   22:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberên Serêkaniyê cezayên ku Brîtanyayê li dijî serçeteyan û karsaziyên girêdayî rejîma Baasê birîne, yên ku li dijî sivîlên li Sûriyeyê binpêkirin kirine, pêşwazî kirin.

Duh, Wezareta Karên Derve ya Brîtnyayê ceza li hejmarek serçete û 2 karsazên rejîma Baasˊê birîn. Navên wan wiha ne; Xiyas Dele, Miqdad Fitîha yên ku berê di hêzên rejîma Baasê de serkirde bûn, serçeteyê Firqeya Sultan Silêman Şah Mihemed El Casim (Ebû Emşe), serçeteyê Firqeya El Hemze Seyf Bolad, karsaz Midelel Xûrî û Îmad Xûrî yên bi piştgiriya darayî ji bo rejîma berê hatibne tohmetbarkirin.

Komîteyê diyar kir ku ev gav ji bo xurtkirina pêvajoya hesabdayîn û pêşîlêgirtina bêcezakirina kesên binpêkirinan dikin girîng e, ji ber ku şertekî bingehîn ên her çareseriyeke siyasî ya adilane û mayînde li Sûriyeyê ye.

Di daxuyaniya komîteyê de hat diyarkirin ku ev gav tê wateya ku aliyên navneteweyî bi sûc û binpêkirinên ku li dijî gelê Sûriyeyê, di nav de koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê hatine kirin, îtîraf kirine.

Ev binpêkirinên weke koçberiya bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, girtina bêserûber û îşkencekirinê bi salan ji hêla rêxistinên hiqûqî yên Sûriyeyê ve, weke Rêxistina Hevdestî hatine belgekirin.

Komîteyê da zanîn ku cemidandina mal-milkan, qedexeya seferê û qedexeya wergirtina erkan ji hêla van kesên navnîşankirî ve, gaveke girîng e, lê têrê nake ku ger tedbîrên qanûnî yên giştî û berfirehkirina çarçoveya cezayan neyên şopandin, da ku tevahî kesên destên wan di binpêkirinan de heye bigire nava xwe.

Di daxuyaniyê de komîteyê diyar kir ku dadmendiya ji bo qurbaniyan û hesabpirsîna ji bo hemû sûcdaran, kes û koman bêyî cudahî, bingeha rastîn a her aştiyeke adilane û mayînde li Sûriyeyê ye. Komîteyê anî ziman ku her hewleke derbaskirina edaletê yan jî qelskirina wê dê bi xwe re tundiyê û bêîstîqrariyê zêde bike.

Di dawiyê de hat gotin ku wê komîte xebata bi malbatên qurbaniyan re bi hevkariya rêxistinên hiqûqî yên Sûriyeyê û navneteweyî re bidome ku mafên vegera ewle misoger bike, rastiyê aşkera bike, edaletê pêk bîne û pêşî li bêcezakirinê bigire.

(mh/fr)